Ji bo teqîna li Enqereyê biryara qedexeya weşanê hate dayîn
- Rojane
- |
- 1 Cotmeh 2023 11:16
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî teqîna li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê birîndar bûn, biryara qedexeya weşanê hate dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê piştî êrişa bombeyî ya li dijî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Enqereyê ku 2 endamên emniyetê tê de birîndar bûn, daxuyanî da. Serdozgeriya Komarê diyar kir ku têkildarî bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin û wiha got: “Dadageriya Sulhê ya Nobedar a Enqereyê têkildarî bûyerê biryara qedexeya weşanê daye.”