Cenazeyê Bîrîk ê serokê AKP’ê yê berê ew kuşt hate definkirin
- Rojane
- |
- 29 Îlon 2023 08:04
- |
WAN - Serokê AKP’ê yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşeng û xizmên wî mala cîranê xwe gulebaran kirin û Goksel Bîrîk kuştin. Cenazeyê Bîrîk li Taxa Şûşanisê hate veşartin.
Li Taxa Şûşanisê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, Serokê AKP'ê yê Rêya Armûşê yê berê Mûrat Beşenk û xizmên wî mala malbata Bîrîkê gulebaran kirin. Di êrişa çekdarî de Goksel Bîrîk jiyana xwe ji dest da û Dogûkan Bîrîk (23), Semîh Bîrîk (32), Mûstafa Bîrîk (16) û Yûsûf Bîrîk (17) jî birîndar bûn. Ji birîndaran ku li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin birîna Semîh û Dogûkan Bîrîk xedar e û xetereya wan a jiyanî didome.
Cenazeyê Goksel Bîrîk ê di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hate wergirtin û li Taxa Şûşanisê hate veşartin.