Li Eyn Îsayê welatiyek hat qetilkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Hediriyat ê navçeya Hîşê ya rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin. Di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
 
Li gor nûçeya ANHA'yê dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Hediriyat ê navçeya Hîşê ya rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Omer Mihemed El Cewîd (35) jiyana xwe ji dest da û Mehfûz El Hemadî (30) û Mirêsî Enwer El Hemadî (32) jî birîndar bûn.