Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê pevçûna biçek
- Rojane
- |
- 25 Îlon 2023 13:37
- |
ÎZMÎR - Li pêşiya Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê pevçûna biçek derket û herî kêm 2 kes birîndar bûn.
Li Edliyeya Îzmîrê ya li navçeya Bayrakliyê pevçûna biçek derket. Piştî danişîna dozê di navbera her dû aliyên dijber, pevçûna bi çekan derket û di pevçûnê de herî kêm 2 kes birîndar bûn. Piştî agahîdayînê gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Hat zanîn ku têkildarî bûyerê 2 kes hatin binçavkirin. Piştî pevçûnê jî li pêşiya edliyeyê, tevbirên ewlehiyê hatin zêdekirin.