Hate aşkerekirin ku li Tehranê 30 bombe hatine bêbandorkirin
- Cîhan
- |
- 24 Îlon 2023 18:48
- |
WAN - Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê aşkere kir ku li paytextê wan 30 bombe hatine bêbandorkirin û 28 kesên girêdayî DAIŞ’ê hatine binçavkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Tasnîmê, Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ragihand ku 30 bombeyên ku dihatin plankirin bi hemwextî li paytext Tehranê werin teqandin hatine bêbandorkirin û 28 kesên girêdayî DAIŞ'ê hatine binçavkirin.