Otobûsa rêwiyan wergeriya: 3 kes mirin, 21 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 24 Îlon 2023 12:23
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Otobûseke rêwiyan li Erziromê wergeriya. Di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 21 kes jî birîndar bûn.
Otobûsa rêwiyan a bi plakaya 61 S 2161 a Kanberoglû Turîzmê li Taxa Haydarli ya navçeya Xorasan a Erziromê wergeriya. Piştî qezayê, tîmên tenduristî, agirkujî, polîs û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Tîman, pacên otobûsê şikandin û rêwiyên asê mabûn derxistin.
Di encama qezayê de welatiyên bi navê Turan Çagriboga li cihê bûyerê, Nezahat Bayram û Nejlem Velîyeva jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Xorasanê jiyana xwe ji dest dan. 21 welatiyên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê derdorê.