Hêzên Şamê Idlib bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
- Rojane
- |
- 24 Îlon 2023 11:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên hikûmeta Şamê bajarê Idlibê bombebaran kirin. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hêzên girêdayî hikûmeta Şamê yên li nêzî herêma “bêçek” şevê din kampa koma paramîlîter a Tehrîr El Şamê ya li derdora herêma Sermînê ya li rojhilatê Idlibê bombebaran kir.
Hat zanîn ku di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin û yek jê zarok 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.