Ji bo 7 bajaran hişyariya barana zêde hate kirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bajarên Wan, Erzirom, Qers, Meletî, Trabzon, Kayserî û Sêwasê hişyariya barana zêde hate kirin. 
 
Gerînendetiya Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 24’ê îlonê weşand. Midûriyetê ji bo bajarên Wan, Erzirom, Qers, Meletî, Trabzon, Kayserî û Sêwasê hişyariya barana zêde kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku germahiya hewayê dê li gorî demsalê germtir bibe.