ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2023'YAN
- Rojane
- |
- 24 Îlon 2023 09:00
- |
* Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku hewldan heye ku beşa “Mezintirin komploya sedsala 21’emîn” li Îmraliyê têxin meriyetê û Tirkiye veguheriye laboratuara pevçûnên Gladioyê.
* Kooperatîfa Berhemên Çandiniyê ya Wanê ku ji aliyê 60 kesî ve hat avakirin, mînakeke baş a modela hilberîna komînal dide der. Endamên kooperatîfê li dijî polîtîkaya koçberiyê bal kişandin ser girîngiya hilberînê.
* Li komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê dê ji bo zarokên fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn torena mezûniyetê bê lidarxistin. (11.00)
* 2'yemîn Rojên Fîlmên Ekolojîk a Amedê ku ji hêla Komeleya Ekolojiyê vê tê lidarxistin dê di roja sêyemîn de li Zarok Ma'yê bidome. (19.00-21.00)