Roza Metîna dê pirtûka xwe îmze bike
- Çand û Huner
- |
- 22 Îlon 2023 09:54
- |
AMED - Nivîskar û rojnameger Roza Metîna dê sibê li Amedê pirtûka xwe ya bi navê "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" îmze bike.
Sibê (şemî) di navbera saet 15.00 û 17.00'an de dê li Pola Pirtûk a li navçeya Bajarênû ya Amedê roja îmze û gotubêjê ya nivîskar û rojnameger Roza Metîna bê lidarxistin. Dê moderatoriya bernameya îmze û gotubêjê ji aliyê Salîha Ayata ve bê kirin. Metîna, dê pirtûka xwe ya ji 7 çîrokan pêk tê ya bi navê "Guliyên Ji Bêhna Şimamokan" îmze bike. Metîna, dê balê bikişîne ser çîrokên nivîsandiye, mijara ziman û wêjeyê.