Girtiyên jin ên îşkence lê hatibû kirin hatin sirgûnkirin
- Rojane
- |
- 21 Îlon 2023 11:07
- |
AGIRÎ - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi girêka beraz îşkence lê hatibû kirin, li girtîgehên cuda hatin sirgûnkirin.
Di 31’ê tebaxê de li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê bi girêka beraz îşkence li girtiyên jin hatibû kirin. Ji girtiyên îşkence lê hatibû kirin Mizgîn Kayitbey sewqî Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û Lale Kabîşen jî sewqî Girtîgeha Jinan a Tarsusê hate kirin.