Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde kir
- Rojane
- |
- 21 Îlon 2023 10:29
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyarî kir û got ku dê baraneke zêde bibare.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 14 bajaran hişyariya barana zêde û brûskan kir. Li gorî vê yekê; li bajarên Erzirom, Erzîngan, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan, Wan, Sêwas, Mereş, Riha, Dîlok, Meletî, Kayserî û Osmaniyeyê baraneke zêde bibare.
Midûriyetê bang li welatiyan kir ku li dijî lehî û brûskan tevdîrên xwe bigirin.