Li Rihayê tundiya li dijî tenduristvanan: Kesên tevdîran nagirin berpirsyar in
- Rojane
- |
- 19 Îlon 2023 13:43
- |
RIHA - Odeya Bijîşkan a Rihayê têkildarî êrişê daxuyanî da û wiha got: "Berpirsyarên rasteqîn ên tundiya li dijî qada tenduristiyê, ew kes in ku tevdîrên pêwîst nagirin."
Duh bi şev li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a navçeya Halîliye ya Rihayê 3 bijîşk rastî tundiya xizmên nexweşan hatin. Bijîşk Ganîme Seda Ûgûr, Bijîşkê Pispor Mehmet Alî Ak û Bijîşkê Pispor Yilmaz Safî yên di Beşa Lezgîn de dixebitin, pêşî rastî êrişa nexweş û piştre jî ya xizmên nexweşan hatin. Êrişkar hatin girtin."
Odeya Bijîşkan a Rihayê bertek nîşanî êrişê da û wiha bi dawî kir: "Berpirsyarên rasteqîn ên êrişên li dijî qada tenduristiyê ew kes in ku pêşiya van êrişan nagirin û tevdîrên pêwîst nagirin."