Doza Emîne Şenyaşar bi sedema ‘dadger tune ye’ hate taloqkirin

Parve bike:
 
RIHA - Danişîna doza bi îdiaya “saziyên dewletê biçûk xistiye” li Emîne Şenyaşar hatibû vekirin, bi hinceta “dadger tune ye” hate taloqkirin. 
 
Derheqê Emîne Şenyaşar de ku di encama êrişa xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin, bi îdiaya “saziyên dewletê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê bi hinceta “dadger tune ye” hate taloqkirin. Dihat payîn ku danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê were lidarxistin lê ji ber tunebûna dadger, doz hate taloqkirin.