Li Basayê 5 herêm hatin qedexekirin

Parve bike:
ŞIRNEX - Li navçeya Basayê gundê Banayê jî di nav de ketin û derketina 5 herêman heya 15 rojan hat qedexekirin. 
 
Walîtiya Şirnexê daxuyand ku li navçeya Basa ya Şirnexê 5 herêm heya 15 rojan hatine qedexekirin. Di nava van herêman de gundê Banayê jî heye ku nêzîkî mehekê ye ji aliyê leşkeran ve hatiye dorpêçkirin.