MYK’a Partiya Çepên Kesk civiya
- Polîtîka
- |
- 12 Îlon 2023 12:49
- |
ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk ji bo nirxandina konferansan, polîtîkaya tifaqan a partiyê û amadekariyên kongreyê civiya.
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Çepên Kesk piştî konferansên jin û têkel civiya. Civîn li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate lidarxistin. Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin serokatiya civînê kirin. Di civînê de pêvajoya siyasî û nirxandina konferansê, amadekariyên kongreya dê di meha cotmehê de bê lidarxistin û polîtîkaya partiyê ya tifaqan bên nîqaşkirin.