Li Efrînê teqîn çêbû
- Rojane
- |
- 12 Îlon 2023 11:47
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taxa Zeydiyê ya Efrînê di wesayîtekê de teqîn çêbû.
Li bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên paramîlîter de ye, di wesayîtekê de teqîn çêbû. Teqîn li Taxa Zeydiyê pêk hat û li gorî agahiyan 2 kes di teqînê de mirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê; yek ji kesên mirî endamê komên paramîlîter û berpirsyarê “Meclisa Herêmî ya Efrînê” Ebû Emar e.