Hejmara qurbaniyên erdheja Fasê derket 2 hezar û 12 kesan
- Cîhan
- |
- 10 Îlon 2023 10:38
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja Fasê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 2 hezar û 12 kesan.
Wezareta Karên Hundir a Fasê diyar kir ku hejmara qurbaniyên erdheja bi pileya 7 a navenda wê herêma El-Huz a Marakeşê ya Fasê derket 2 hezar û 12 kesan. Hat ragihandin ku rewşa hezar û 404 birîndaran “gelek giran e.”
Erdhej, di 8’ê îlonê saet di 23.11’an de çêbû. Ji ber erdhejê li herêmên Marakeş û Azîlal, Varzazat, Şîşava, Tarudant û El Havuzê texrîbatên mezin çêbûn. Piştî erdhejê li seranserî welêt ji bo 3 rojan “Şîna neteweyî” hate ragihandin.