2 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin girtin
- Rojane
- |
- 8 Îlon 2023 18:59
- |
AMED – Birayên hev Ramazan û Davût Datûmanî yên li Çinarê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Birayên hev Ramazan û Davût Datûmanî yên di 5'ê Îlonê de li gundê Selmanê yê navçeya Çinarê ya Amedê hatin binçavkirin, piştî 2 rojên di binçavan de hatin girtin.
Fatîme, Revşen û Osman Datûmanî jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.