Li Wanê kesek hat binçavkirin
- Rojane
- |
- 7 Îlon 2023 23:38
- |
WAN – Li navçeya Rêya Armûşê di avêtina ser sê malan de kesek hat binçavkirin.
Îro danê êvarî polîsan li Taxa Bostanîçî û Esendereyê ya navçeya RÊya Armûşê ya Wanê avêtin ser 3 malan. Di avêtina ser malan de ciwanê bi navê Şiyar Orhan hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.