Malbatên 2 kesên li Qelqeliyê jiyana xwe ji dest dan ji bo testa DNA’yê xwîn dan
- Rojane
- |
- 5 Îlon 2023 14:06
- |
WAN - Malbatên 2 kesên li gundê Çamilî yê navçeya Qelqeliyê di encama bombe barandina malekê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin Wanê û ji bo testa DNA’yê xwîn dan.
Li gundê Çamilî yê girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê leşkeran malek bombebaran kiribûn û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hate diyarkirin ku her du kesên jiyana xwe ji dest dane rojhilatî ne û malbat îro hatine Wanê û ji bo testa DNA’yê xwîn dane.