Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
- Rojane
- |
- 2 Îlon 2023 22:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Iraqê kesên ku girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê protesto kirin gulebaran kirin. Di gulebaranê de 2 ciwanên kurd hatin qetilkirin.
Kurdên li Taxa Rehîmawa ya Kerkûkê, girtina rêya sereke ya Kerkûk-Hewlêrê protetso kirin. Çalakgeran her du aliyên bazara Rehîmawayê ji çûnhatinê re girtin.
Li gor nûçeya Rojnewsê, polîsên kerkûkê gelê li ber Odeya Operasyonê tevlî protetsoyê bûn gulebaran kir. Polîsan 2 ciwanên kurd qetilkirin û kesekî jî birîndar kirin.
Her wiha li bajêr qedexeta derketina derve hat ragihandin.