Til Temir bi çekên giran hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 30 Tebax 2023 13:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Gundê Dirdara yê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê bi çekên giran êrişî gundê Dirdara yê navçeya Til Temir a Kantona Hesekê kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî hucreyên DAIŞ’ê yên li herêmê û bazirganên tiryakê bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” operasyon dabû destpêkirin. Hat destnîşankirin ku dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter jî bi operasyonê re hemwext dest bi êrişan kirin.