Dewleta tirk û komên paramîlîter demografyaya Girê Spî diguherînin
- Rojane
- |
- 29 Tebax 2023 13:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter 170 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin.
Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî polîtîkaya guherandina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên paramîlîter 170 penaberên ji bajarên Heleb, Idlib, Dêrazor, Hema ,Hums û herêmên din ên Sûriyeyê li Girê Spî bi cih kirin.
Bi vê koma dawî re hejmara penaberên di meha dawî de li Girê Spî hatine bicihkirin bû hezar û 378. Ji meha nîsanê heta niha zêdetirî 25 hezar penaber li bajarên Cerablus, Efrîn, Ezaz, Serêkaniyê û Girê Spî hatin bicihkirin.