Êrişên Tirkiyeyê yên li Biradostê didomin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrişî Biradost a Herêma Kurdistana Federe kir.
 
Tirkiyeyê bi balafira biçek û bêmirov (SÎHA) êriş bir ser çiyayên Sorik, Şekîf, Tarsa, Maremela, Rûbiyê û Durêyan ên herêma Biradostê ya Herêma Kurdistana Federe. 
 
Li gor Rojnewsê, hat diyarkirin ku li herêmê liv û tevgera valafirên keşfê didome. Der barê encama êrişê de tu agahî bi dest neketin.