Li Silopiyayê dê li dijî şerê taybet tûrnûvaya fûtbolê bê lidarxistin
- Ciwan
- |
- 28 Tebax 2023 22:14
- |
ŞIRNEX - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk û Şaredariya Silopiyayê dê bi dirûşmeya “Li dijî şerâ taybet tâkoşînek bi heybet” tûrnûvaya fûtbolê li dar bixin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê û Şaredariya Silopiyayê li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewlet bi dirûşmeya “Li dijî şerâ taybet tekoşînek bi heybet" tûrnûvaya fûtbolê li dar bixin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Silopiyayê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ragihand ku polîtîkayên şerê taybet ê desthilatê yên li ser ciwanan her diçe kûrtir dibin û bal kişand ser tiryak û fuhûşa bi taybetî li herêmê hatiye berbelavkirin. Meclisa Ciwanan diyar kir ku wekî Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk û Şaredariya Silopiyayê îsal jî li dijî polîtîkayên şerê taybet bi dirûşmeya ‘Li dijî şerâ taybet, tekoşînek bi heybet’ Tûrnûvaya Fûtbolê dane destpêkirin.