Leşkerek hate kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di şerê li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de leşkerek hate kuştin. 
 
Êrişa dewleta tirk a li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Hat zanîn ku li herêmên navborî pevçûnên dijwar diqewimin. Li gorî agahiyan; di encama pevçûnan de leşkerê bipeyman Buynamîn Barlik hatiye kuştin. 
 
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku Barlik ji kevir ketiye xwarê û mirî ye.