Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin

Parve bike:
WAN – Li Elbakê cerdevan B.A. yê dest dirêjî jinekê kir, hat binçavkirin. 
 
Hat diyarkirin ku B.A. yê ku li gundekî navçeya Elbak a Wanê cerdevan e, dest dirêjî jinekê kiriye. Bûyer piştî jinikê giliyê cerdevan kir derket holê. Bi gilîkirinê re cerdevan B.A. hat binçavkirin. Hta ragihandin ku cendirmeyan B.A. biriye Qereqola Cendirmeyan a Kopruagziyê.
 
Hat hînkirin ku zor li malbata jinikê hatiye kirin ku dest ji gilîkirinê berdin.