Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin

Parve bike:
 
 
AMED - Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmên Demokratîk a HDP’ê li Birca Keçikê pankartên "Ne qeyûm ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan" û "Hevserokatî xeta me ya binevşî ye" daliqandin û tayinkirina qeyûman protesto kir. 
 
Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmên Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Sûrê ya Amedê bi vekirina pankarta “Ne qeyûm ne talan, dîsa jin, dîsa jiyan” û “Hevserokatî xeta me ya binevşî ye” tayinkirina qeyûman protesto kir. Jin, li ber Birca Keçikê ya navçeya Sûr a Amedê hatin ba hev û derbasî ser Birca Keçikê bûn. Jinan li ser Birca Keçikê pankart daliqandin û dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” berz kirin. 
 
Jinan piştî pankartê daliqandin lîrandin.