Li Geverê gelek tax ji aliyên polîsan ve hatine dorpêçkirin

Parve bike:
COLEMÊRG – Hat diyarkirin ku polîsan taxên Kişla, Orman û Esentepe yên Geverê û navenda çarşiyê ya navçeyê dorpêç kirine û nasnameyên welatiyan kontrol dikin. 
 
Hat hînkirin ku li taxên Kişla, Orman û Esentepeyê yên navçeya Gever a Colemêrgê û navenda çarşiyê liv û tevgereke zêde ya polîs û cendirmeyan heye. Hat diyarkirin ku navçe hatiye dorpêçkirin û polîs nasnameyên welatiyan û ser wan kontrol dikin.