19 kesên li Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Parve bike:
MÊRDÎN - 19 kesên li Mêrdîn û navçeyên wê hatibûn binçavkirin, hatin berdan. 
 
Di serdagirtinên malan ên navçeya navendî ya Artûklû û navçeyên Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê de polîsan 19 kes binçav kiribûn. 19 kesên hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Polîsan a Bajêr hatin berdan.