Li Gebzeyê di serdegirtinên malan de 4 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2023 19:50
- |
KOCAELÎ - Li navçeya Gebzeyê di serdegirtinên malan ên serê sibê de 4 HDP’î hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên serê sibê yên li navçeya Gebze ya Kocaeliyê de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feryat Seven, Şervan Başdemîr, Mûstafa Taşdemîr û kesê bi navê Zekî hatin binçavkirin. Endamên HDP’ê yên sedemê binçavkirina wan nehate zanîn li Qereqola Cendermeyan a Mollafenarî, her 3 kesên din jî li Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê tên sekinandin.
Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin dê derxînin edliyeyê.