Leşkerên tirk li sînorê Rojhilat kolber gulebaran kirin: 2 birîndar hene

Parve bike:
COLEMÊRG - Di encama gulebarana artêşa tirk a li ser sînorê rojhilatê Kurdistanê de 2 kolber birîndar bûn. 
 
Hêzên artêşa tirk li çoltarê Genav ê girêdayî gundê Gelêşim ê navçeya Şemzînan a Colemêrgê gule li kolberan reşandin. Di encama gulebaranê de 2 kolber birîndar bûn û 3 jî hatin binçavkirin. Navên kolberan nehat zanîn û nehat gotin bê ka bi ku de hatine birin.