Şewata li Marînûsê berdewam e
- Rojane
- |
- 14 Tebax 2023 14:59
- |
COLEMÊRG - Şewata 5 roj berê li gundê Marînûs ê Colemêrgê dest pê kiribû her ku diçe bêhtir belav dibe.
Di 10’ê tebaxê de li gundê Marînûs ê Colemêrgê şewat derketibû û her ku diçe bêhtir belav dibe. Komên agirkujiyê 5 roj piştre mudaxileyî şewatê kirin û rê li ber hate girtin ku li jîngehê belav bibe. Lê belê gelek deverên gund hene ku mudaxile nehatiye kirin û şewat her ku diçe bêhtir belav dibe.