Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 14 Tebax 2023 10:04
- |
EDENE - Li Edeneyê di encama serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeya navendî û Ceyhanê ya Edeneyê bi ser gelek malan de hate girtin. Di dema serdegirtinên malan de polîsan alav û amûrên malan belav kirin. Di encama serdegirtinên malan de Mehmet Oztemel, Caner Abo, Firat Bahadir, Ozan Mamuk, Ladîn Mamuk, Dîlan Erbek û gelek kesên din hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirinan nehat zanîn û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên ragirtin.