Li Çiyayê Cûdî şewateke din derket
- Rojane
- |
- 12 Tebax 2023 18:02
- |
ŞIRNEX - Mudaxileyî şewata li herêma girê Çiyayê Cûdî derketî nayê kirin.
Li herêma girê Çiyayê Cûdî ya nêzîkî navçeya Cizîrê û Silopiyayê yên Şirnexê şewat derket. Şewata ku hêj sedemê wê nehate diyarkirin ji navenda Şirnexê hate dîtin. Li qada ku şewat lê derketiye gelek qalekol û qereqol hene.
Hate diyarkirin ku şewat hêj didome û tu mudaxile lê nehatiye kirin.