Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
- Rojane
- |
- 10 Tebax 2023 15:19
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hewza ava vexwarinê ya li Zirganê hate bombebarankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya a Hawarê (ANHA); Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê hewza ava vexwarinê ya li nêzî gundê Merzî ya navçeya Zirgan a Kantona Hesekê dan ber bombeyan. Ji ber êrişê di hewzê de xesara madî çêbû.