Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
- Cîhan
- |
- 9 Tebax 2023 14:53
- |
ENQERE - Beşar Esad têkildarî hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re wiha got: “Hevdîtin dê li gorî şertên Erdogan dixwaze de pêk neyê.”
Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esad, bi SKY News Arabia re axivî û têkildarî hevdîtinên bi Tirkiyeyê re nirxandin kir. Esad, pirsa “Gelo hûn dê bi Erdogan re hevdîtinê bikin?” jî wiha bersivand: “Hevdîtin dê li gorî şertên Erdogan dixwaze nayê kirin. Ez ê li gorî şertên ew dixwaze pê re hevdîtinê nekim.”