Dayika Aştiyê Ekenek çû ser dilovaniya xwe
- Rojane
- |
- 8 Tebax 2023 12:07
- |
MÊRDÎN - Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a li Dêrikê dijiya û ev demeke dirêj bû nexweşiyên wê hebûn, çû ser dilovaniya xwe.
Dayika Aştiyê Remziye Ekenek a li navçeya Dêrika Mêrdînê dijiya, di 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Dayika Ekenek salên dirêj weke Dayika Aştiyê têkoşiya. Ji ber derbaskirina felca mejî û temenê xwe yê mezin pirsgirêkên tenduristiyê dijiya. Dayik Ekenek di 82 saliya emrê xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê Ekenek li Goristana Asrî ya Dêrikê hate definkirin.