Li dijî hêzên Şamê êriş hate kirin: 4 kes mirin
- Cîhan
- |
- 6 Tebax 2023 12:38
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Baregehên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê yên li Laziqiyeyê hatin bombebarankirin. Di encama êrişê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Baregeha leşkerî ya hêzên rejîma Sûriyeyê yên li Til Melîkê hatin bombebarankirin ku dikevin bakurê çoltarê Laziqiyeyê. Di encama êrişê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku balafirgehên hikûmeta Şamê ji hêla El Fetîh El Mûbîn ve hatine bombebarankirin.