Balafirên şer ên Rûsyayê Idlib bombebaran kir: 7 kes mirin 6 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 5 Tebax 2023 20:50
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Rûsyayê êrişê Idlibê kirin. Di encama êrişê de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên Rûsyayê ji Balafirgeha Himeymîm a li Lazkiyeyê rabûn û 4 caran êrişî Idliba ku Tirkiye û komên girêdayî wê lê dimînin kir. Li gorî agahiyên ji Parastina Sivîl a Sûriyeyê hatin bidestxistin, di êrişên hewayî yên li avahiyên li gundê Ainşib hatin kirin de ji heman malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên derdorê tên dermankirin.