Li Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
RIHA - Li navçeya Karakopru ya Rihayê jinekê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Taxa Alî Baba ya navçeya Karakopru ya Rihayê jineke ku nasnameya wê nehat zanîn û neçarî întîharê hate kirin, xwe kuşt. Jinê xwe ji banê avahî avête xwarê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.  
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.