TUÎK: Di tîrmehê de enflasyon ji sedî 9,49 zêde bû
- Aborî-Ked
- |
- 3 Tebax 2023 11:08
- |
ENQERE - TUÎK’ê daneyên enflasyonê yên tîrmehê parve kir û diyar kir ku ji sedî 9,49 zêde bûye. Li gorî vê; enflasyona salane jî bû ji sedî 47,83.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha tîrmehê parve kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; di tîrmehê de enflasyon li gorî mehek berê ji sedî 9,49 zêdetir bû û enflasyona salane jî bû ji sedî 47,83.