ENAG: Enflasyona salane bû ji sedî 122
- Aborî-Ked
- |
- 3 Tebax 2023 10:05
- |
ENQERE - Li gorî daneyên ENAG’ê, enflasyona 12 mehan ji sedî 122,88 e û enflasyona tîrmehê jî ji sedî 13,18 zêde bû.
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji hêla akademîsyenên serbixwe ve hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha tîrmehê eşkere kir. Li gorî ENAG’ê; enflasyon di tîrmehê de ji sedî 13,18 zêde bû û rêjeya zêdebûnê ya 7 mehan bû ji sedî 69,21. Di heman demê de rêjeya enflasyona 12 mehan jî weke ji sedî 122,88 hate diyarkirin.
Li gorî ENAG’ê enflasyon her ku diçe zêdetir dibe.