Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 1 Tebax 2023 15:03
- |
MÊRDÎN - Li Qoserê du kom bi şer ketin û ciwanekî jiyana xwe ji dest da.
Şevê din li Taxa Firatê ya Qoser a Mêrdînê du kom bi şer çûn. Di şer de çek hatin bikaranîn û Yilmaz Çokan (35) bi giranî û ciwaneke din jî sivik birîndar bû. Çokan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Tedawiya ciwanê ku navê wî nehat zanîn jî didome.