Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
- Rojane
- |
- 30 Tîrmeh 2023 23:21
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê bi obusan topbaran kir. Di encama êrîşê de 3 kes birîndar bûn û zirar gihiştin xanî û zeviyên xelkê.
Dewleta tirk û komên girêdayî wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê ya bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi obusan topbaran kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di encama êrîşê de Omer Sadiq Şêx Elî, Mehmûd Mihemed Meyûf û Ehmed Elî Mihemed birîndar bûn û zirar gihiştin xanî û zeviyên xelkê.