Li Amedê dema hişkirina zerzewatan dest pê kir
- Rojane
- |
- 28 Tîrmeh 2023 14:26
- |
AMED – Li Amedê di çarçoveya haziriyên ji bo zivistanê de, pêvajoya ziwakirina îsotan dest pê kir
Îsotên di bostanên Hewsel û malan de tên çandin, ji bo ziwakirinê hêdî hêdî tên komkirin, di çarçevaya heziriyên zivistanê de tên ziwakirin û li ser şaneşînên xaniyan têne daliqandin. Îsotên xuya ye ku ji sala par zêdetir têne ziwakirin rewşa aboriyê ya her ku diçe xerabtir dibe, dide ber çavan.