Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 27 Tîrmeh 2023 15:53
- |
AMED – Nêzîkî taxa Basnîg ya girêdayî navçeya Farqînê qezayek çêbû û di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.
Nêzîkî taxa Basnîg ya navçeya Farqînê qezaya trafîkê çêbû. Traktorê li wesayîta ku di rê de diçû da û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Piştî agahîdayînê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û mudaxileya yekem kirin. Kesên birîndar bûn piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.