Nûçegihanê me Arslan hat girtin

Parve bike:
AMED - Nûçegihanê MA'yê Firat Can Arslan hat girtin. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û edîtora T24'ê Sîbel Yuklerê ku îro çaçroveya lêpirsîneke serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatin binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê hatin girtin.
 
Arslan bi daxwaza girtin û Yukler û Akyuz jî bi şertê kontrolkirian edlî sewqî dadgehê hatin kirin.
 
Arslan bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dadgehê bû. Dadgeriyê der barê Arslan de biryara girtinê da.