Li Zapê şerê dijwar diqewime
- Rojane
- |
- 25 Tîrmeh 2023 10:33
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li herêma Zapê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê dijwar diqewimin.
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zapê, Avaşîn û Metînayê yên bi ser başûrê Kurdistanê ve bênavber didomin. Hat ragihandin ku ji duh bi şev heta niha balafirên şer bi dehan caran herêma Zapê bombebaran kirine û li herêmê di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de şerê giran diqewimin.